Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Konferansa Suchi û Vexwendina Kurdan


Piştî şeş konferansên Cenêv û heft konferansên Astana bo yekem carrêveberîya Kurdan li bakurê Sûrîyê ji aliyê Rûsya ve bo konferansa Sochi hatiye vexwendin.

Daxwazkirina Kurdan ewa nakok digel opozisyona Erebî ya Sunnî bû eger ku aliyên sereke yên rikberîya Sûrî, ji wan Hevpeymaniya niştimanî ya opozisyona Sûrîyê, beşdar nebe, lê renge Encûmena Niştimanîya Kurdên Sûrîyê ewa endam di hevpeymanîya opozisyonê de beşdarî konferansa Sochi bibe.

Şarezayê siyasî Ehmed Qasim di bernama Tîrêj da got girnge şandekî hevbeş binavê Kurdan tevlî koferansa Sochi bibe.

Endamê Desteya Qanûnsaz a Kantona Cezirê Hekem Xelo da zanîn ku vexwendina amadebûna konferansa Sochi ne liser navê PYDe ye, belko binavê rêvebirîya bakurê Sûrîyê ye û helbet eve wê proja wan be li Rûsya.

ji bo guhdarîkirina li bernamê faylê deng veke

Tirej # 116
please wait

No media source currently available

0:00 0:20:50 0:00

XS
SM
MD
LG