Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Konferansên Çareseriya Şerê Sûriye û Gefên Tirkiyê Dijî Efrînê


Biryare di vê mehê de çend konferans bo çareserkirina şerê navxweyî yê Sûriye û veguhestina siyasî bêne kirin.

Li gor media Tirkiyê, sibe roja yekşemê wezîrên derve yê Rûsya,Tirkiyê û Îranê li Antalya li ser rewşa Îdlibê û bakorê Sûrîye lihev kom dibin.

Herwisa, amadekarî bo kombûna Soçî ya Rûsya têne kirin, piştî hatî paşxistin ji ber daxwazkirina Kurdan û nerazîbûna Tirkiyê .

saadadîn mela
saadadîn mela

Digel van hemû lihevhatinan ne tenê doza Kurdan hatîye paşxistin belko niha Tirkiye gefan dijî Efrîn û tevaya deverên kontrola Kurdan dike.

Erê tirsa dûbarebûna rewşa Kerkûkê liser destê Tirkiyê û çekdarên wê li Efrînê heye?

Erê careka din Amerîka wek êrîşa Heşd el- Şe`bî wê bêdeng raweste?

Bernama Tîrêj ev pisyar digel çend pirsyarên din li siyasetvanê dêrîn Dr. Se`dedîn Mela kir.

Birêz Mela dibêje, Kurd dikare destkeftên leşkerî ji bo bidestxistina destkeftên siyasî û qanûnî li Sûriya pêşerojê bikar bînin.

Tirej # 118
please wait

No media source currently available

0:00 0:22:34 0:00

XS
SM
MD
LG