Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Têkçûna Pêwendiyên Tirkiyê û Amerîka


Tirkiye gefên bersivdan cizayên Amerîka dike ligor qanûna bazirganîya navnetewî bo zêdekirina gumrigê liser alavên Amerîkî.

Pêngavên Tirkiyê bersivdane bo cizayên wizareta xezîna Amerîka dijî Tirkiyê liser girtina qeşe Andrew Brunson, lê pirsa Brunson bûyera dawîyê ye di aloziyên pir ên di navbera herdû welatan da.

Ev nakokiye bo sala 2003 lidema êrîşa Amerîka li ser Îraqê vedgere. Herwesa piştgirîya Amerîka bo hêzên Kurdan li Sûrîye û nêzîkbûna Tirkiyê ji Rûsya û Îranê aloziya Ankqre û Waşinton xurtir dike.

Wezareta derve ya Amerîka dibêje, xerabûna rewşa aborî ya Tirkiyê peywendî bi cizayan ve niye û her ji despêka vê salê lîreya Tirkiyê bi 45% da keftîye.

Lê serokomarê Tirkiye dibêje, Amerîka şerê aborî li dijî wan dike.

Erê nakokiyên herdû welatan wê çend dewam bikin û çend bandorê li ser jiyana xelkê bikin?

Erê li dawiyê Tirkiyê wê qeşe Brunson azad bike? Yan eve despêka bidawîhatina peywendiyên Amerîka û Tirkiyê ye.

Benama Tîrêj mihvandarîya rojnamevan Feysel Daglî û sernivskarê rojnama Ekonomist Adnan Ateş kir

please wait

No media source currently available

0:00 0:23:55 0:00

XS
SM
MD
LG