Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Bandora Referandumê li ser Tevgera Azadîxwaz a Kurdan


Tevaya cihanê berê xwe li herêma Kurdistanê û jivana pêkanina referanduma serxwebûna Kurdistanê dike ku biryare di 25 meha bê debête encamdan.

Herçendî gelek caran Referandum ji ber pirsên navxweyî û derve û şerê dijî Daişê hate paşxistin lê heta niha biryara encamdanê vebir e.

Hertim xewna Kurdan bû welatekî serbixwe hebe lê berjewendiyên welatên hêzdarên cîhanê û welatên heverê û aloziyên siyasî yên Kurdan ew xewna Kurdan dihat e kuştin.

Helbet, eger Referandum hat kirin û dewleta Kurdan hat ragihandin, wê bandorê bide ser tevgera azadîxwaza Kurdan li parçên din yên Kurdistanê.

Erê ew bandor wê erênî be? Bi hebûna dewleteka Kurdistanê wê bibe hander û palpiştî bo parçên din yên Kurdistanê?

Bernama Tîrêj vê pirsyarê û çend pirsiyarên din arastî rojnamevan û nivîskar Zekî Şêxo û parêzer û rojnamevan Xetab Omer kir.

Tirej # 109
please wait

No media source currently available

0:00 0:22:24 0:00

XS
SM
MD
LG