Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Hilbijartinên Parlemana Îraqê


Îraqî bi tevaya aliyên siyasî û netewî û olî berê xwe îro kirne sindoqên dengdanê bo destnişankirina parlemaneka nû piştî hikûmeta Îraqê serkeftin biser Daîşê li domahîya sala borî ragihandî.

Iraq
Iraq

Her ji dema ladana rijêma Sedam Husên lisala 2003 eve çaremîn care helbijartin li Îraqê têne pêkanîn, di vê dengdanê da ya xoya dike heta niha rêja beşdarîya xelkê zor kême, ko şareza dibêjin eve ji encama bê bawerîya dengdera ye lidema gendelîya berbelav û nebûna xizmetan.

Bernama Tîrêj mihvandarîya şarezayê siyasî Nêçîrvan Nourî û serokê tora Roj ya çavdirîya helbijartînên Îraqê Hogir Çeto kir.

Birêz Nourî got, beşdarîya kêm ji egera bê bawerîya xelkê ye ko Parleman nikare pirsên welat çareser bike, lidema birêz Çeto da zanîn ku eger amêra dengdanê bibe eger ku 10% nekarin dengê xwe bidin divê careka din helbijartin bêne kirin.

Tirej # 141
please wait

No media source currently available

0:00 0:24:32 0:00

XS
SM
MD
LG