Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Tirkiyê li Berdem Hilbijartinên Dîrokî


Hilbijartinên parleman û serokatî ya Dîrokî sibe Yekşemê wê li Tirkiye bêne kirin. Serokomar Receb Teyyib Erdogan bi armanca guhartina sîstema parlamî ya welat kareka xurt dike, li aliyê din, teva aliyên oposizyonê hewl dide rêgirîyê bike.

HDP ya aligîra Kurdan bawer dike kefitîna desthelatê di destê yek kes da wê demokrasî û mafên giştî û azadiyan lawaz bike.

Lidema AKP ya destheladar dibêje sîstema serokatîya welat wê hikumeteka qaym peyda bike û welat beref pêşbibe.

Doza Kurdan yek ji mijarên sereke ye di hilbijartinan da lê mihvanê bernamê Tîtêj û serokê bere yê PENa Kurda Şêxmus Sefer dibêje, aliyeka bi tememî piştgiriya doza Kurdan bike tûneye û HDPe nikare bibe partiya tevaya Kurd û Tirk û çepgiran.

Li aliyê din berbijarê partiya Saadet Haşim Haşimî dibêje em jî di nav Saadet da çareseriya doza Kurdan berçav digrîn.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:26:03 0:00

XS
SM
MD
LG