Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Kombûna Trump – Putin û Rewşa Sûriyê


Biryare roja Duşembê Serokê Amerîka Donald Trump û serokê Rûsya Viladimêr Putin li paytexta Finland Helsinkî li ser çend mijarên gring û ji wana şerê Sûriyê kom bin.

Tevî ko Amrîka bi aşkira dibêje xema me ya sereke nehêlana Daîşê ye lê hebûna Îranê liser sînorê Îsraîlê pirseka din a ewlehiya Amerîka ye, lewra Amerîka dixwaze hêzên Îranê ji Sûriyê derkevin.

Şîretvanê rêberê Oli yê Îranê Eli Ekber Wilayetî ragehand, şiretvanên Îranê ji Sûrîye dernakevin ku renge bibe mijara rêkeftînekê digel Rûsya li hember vekêşana hêzên Amerîka ji Sûrîyê.

Bawerî heye eger Amerîka ji bakurê Rojhilata Sûrîyê derkeve lê dixwaze hêzên din ên hevpeymanîya dijî Daîşê cihê wan bigere heta gehiştin bi çareserîya dawîyê bo şerê Sûrîye.

Mihvanê bernama Tîtêj şareza û çavdêrê siyasî Dr. Saadedîn Mela dibêje "rewşa dawîya Sûrîyê bi rêkeftinên navnetewî ve girêdayî ye û eger danûstandin di navbera Kurdan û rîjêmê bêne kirin, wê bi qayil bûna Rûsya û Amerîka be".

ji bo guhdarîkirina li bernamê fayla deng veke

Tirej # 150
please wait

No media source currently available

0:00 0:23:11 0:00


XS
SM
MD
LG