Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Demokrasiya Tirkiyê û Cizakirina Demirtaş


Tirej New
Tirej New

Dadgeha Cezayê Giran ya 26’an ya Stenbolê bi tawanên weko Tirkiye dibêje terorîzmê, cezayê 4 sal û 8 meh di zindanê da li sîyasetvanê Kurd Selahattîn Demîrtaş birî.

Selahattîn Demîrtaş hevserokê bere yê HDPê ev du salin di girtîxana Tirkiyê de ye.

Di beyanameyekê da HDP biryara dadgehê şermizar kir û dibêje, biryar liser binemayeka siyasî hate dan. Li dema serokomarê Tirkiye HDPê gunehbar dike û dibêje ev partiye yê bûye aliye siyasî yê partîya Karkerê Kurdistanê PKK.

Tirkiyê her ji dema kodeta leşkerî ya sala 2016 bi hezaran kes bi guneha beşdarî ya piştgiriya kodeta leşkerî hatîne girtin yan ji kar hatîne dor xistin, digel dorpêçkirina azadîyan û daxistîna dezgehên ragehandinê û girtina rojnamevanan.

Siyaseta desthilatdarîya AKPê ya hindir û ya derve nerazibûn peyda kiriye lewra astê piştgirîya serokê Tirkiye dakeftîye.

Ligor rapirsiyan rêza piştgirîya Receb Tayyip Erdogan ji 53% bo 44.5% dakeftîye.

Bernama Tîrêj zêdetir liser vê mijarê radiweste digel mihvanê bernamê birêz Rajai Yelmaz endamê rêveberîya HDP ya Entabê.

Tirej # 158
please wait

No media source currently available

0:00 0:21:11 0:00

XS
SM
MD
LG