Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Gurûpa Biçûk Pirinsîbên Nû bo Sûriyê Radigehîne


Piştî heft sal û nivekê ji şerê nafxoy yê Sûriyê û kuştîna sedan hizar kesan û koçberbûna milyoneha kes careka din, Amerîka û Ewropa digel hinek welatên Gurûpa Biçûk ko ji Amerîka, Fransa, Berîtanîya, Erebistana Soudî û Ordinê pêk dêt, hijmareka pirinsîbên nû bo çareserîya pirsa Sûrîye ragehandin.

Zekeriya
Zekeriya

Ev ragehandine daxwaza çereserîyak siyasî û destûrî bo qonaxa pitî bidawîhatîna terorê li Sûrîye dike. Herwesa tekes liser pêkanina biryara civaka ewlehkarîya netewên yekgirtî hijmare 2254 dike û taybetmendiyek daye deverên kontirola hêzên HSDê ewên Amerîka û hevpeymanîya dijî Daîşê piştgirî dike.

Erê çend derfet heye ev ragehandine bêne bicihkirin? Aya Rûsia û Îran wê bi van pêşniyazan qayl bibin?

Ev regehandin li demekê tê ku hewlên NY lidema çendin salên borî nekarî pirsgirêka Sûriyê çereser bike.

Bernama Tîrêj mihavdarîya Lêkoler û nivîskar Zekerîya Huserî kir, berêz Huserî li dirêjahîya gotinên xwe, behsa guharîna hewlêstî Amerîka û hevalbendên wî derbarî deverên bin kontrola HSDê kir.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:18:40 0:00

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG