Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Pirinsipên Siyasî di Pirsa Kuştina Xaşiqcî de


Piştî du hefteyan ji daxuyanîyên dijberî yek, niha Erebistana Suadî pênasînê dike ku welatiyê Suadî û rojnamevanê Waşinton Post cemal Xaşiqcî ji egera hevçûnekê dinav konsulxana Erebistana Suadî li Anqere hate kuştin, lê cihê termê wî aşkira nekir.

Wendabûna Xaşiqcî û lidifra mirna wî karvedaneka qayim ji seranserî cîhanê bixew ve girt, bitaybet di nav siyaseta derve ya Amerîka de.

Serokê Amerîka Donald Trump li aliyekî bervanî ji berjewendiyên welatê xwe digel Suadî yê kirin, li aliyeka din piştgirîya mafên mirov û azadiyan kir.

Rêkxistîyên mafên mirovan û berevankarên azadiyan gazindan ji helwêstê cîhanê kirin liser zêdgaviyên dijî mafên mirovan û bi taybet pirsa Xaşiqcî û dibêjin li dema pirsa mafên mirovan bi berjewendîyên aborî ve bêne girêdan, piştgirîya berjewendiyên aborî têne kirin.

Rêkxistîya Amnesty International dibêje bawerî bi lêkolina Suadîyan nayê kirin û daxwaza likoêneka netewên yekgirtî dikin. Wendabûna û koştîna Xaşiqcî çend pisyaran digel xwe tîne pêş. Aya welatên demokratxwaz wê bihayên xwe biser bêxin di vê pirsêda?.

Lidema bi Sedan rojnamevan di girtîxanan dane û têne kuştin, çima ev welat bê dengin lê liser wenadbûna Xaşoqçî denge xwe bilind dikin?

Bernamê Tîrêjê vê heftiyê liser vê bûyerê rawesta, digel mihvanên birêz rojnamevan Reşîd Sofî û rojnamevan û serokê navenda Berçav rêzdar Farûq Hecî Mustefa

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:19:39 0:00

XS
SM
MD
LG