Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Têkilîyên Tirkiyê Digel Rûsya û Amerîka


Tirej New
Tirej New

Bi dirêjahîya desthelata AKP ê û bi taybet liser dema serokayetîya Receb Teyib Erdogan tu caran têkiliyên Enkera digel welatên Rojava bi giştî û ji wana Amerîka xirabtire nebûne. ewca liser pirsa piştgiriya Kurdên Sûriyê ya liser pirsa Fethollah Gulen ewê li Amerîka cih digre.

Li vê dawîyê Amerîka qayl bû liser oprasyonên çavdêrîya hevbeş digel Tirkiyê li Minbîcê û destnişankirina xelatekê bo zanyarîyan liser Sê rêberên PKK ku şareza bawer dikin eve pêngave bo razîkirina Tirkiye ye.

Li haman dem da Tirkiyê peywendiyên xwe digel Rûsia qayim dike da bandora siyaseta xwe li Sûrîye ji dest nede.

Ya aşkira Amerîka û Rûsya di nakokiyên mezin dane û derbasbûna Rûsya bo Rojhilata Navîn gefan liser berjewendiyên Amrîka dike.

Erê Tirkiye wê bikare hevsengîya têkilîyên xwe digel Amerîka û Rûsya rabigirît?

Aya nêzîkbûna Tirkiyê ji Rûsya wê Amrîka naçar bike ku her tişteka Tirkiyê bixwze bicih bike?

Bernama Tîrêj ev pirsiyar û çendîn pirsiyarên din ji mihvanên bernamê sernivîskarê Kovara Ekovizyon Adnan Ateş û parêzer û şîrovekarê siyasî Sebahedin Korkumaz kirin.

Tirej # 167
please wait

No media source currently available

0:00 0:22:13 0:00

XS
SM
MD
LG