Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Erê Xwepêşandanên Îraqê Wê Guhirînan Peyda Bikin?


Piştî Pênc rojan ji xwepêşandanên berdewan li paytexta Îraqê Bexda û deverên başûr, desthelatdarîya Îraqê hewlên çareserîyan dike, lê rewşa siyasî ya Îraqê her ji piştî nemena rêjîma Sedam Husên û şêwaza duristkirina desthelatê û gendeliya berbelav, çareserîyan gelek zehmet dike.

Serokwezirê Îraqê Adil Ebdulmehdî di gotara roja Înê de çi pêngavên berçav diyar ne kirin ku bibine binema bo rewşeka baştir.

Hevrikên Ebdulmehdî derfet ditîn da daxwaza hilbijartinên pêşwexit bikin.

Serokwezirê berê yê Îraqê Heyder Ebadî bawer dike bi hilbijartineka nû wê bikare guhirînan peyda bike bi heman away Moqteda El- sedr heman daxwazî hebûn.

Lê mihvanê bernama Tîrêj Dr. Hendirîn Noman bawer dike, bi tenê çareserîya gendelî û nebûna xizmetan û serrastkirina rewşa Îraqê bi hebûna desthelateka niştimanî dibe.

Rêkxistîyên mafên mirovan û Netewên yekgirtî daxwazên xwepêşanderan bi rewa nav kirin û daxwaza ragirtîna tundûtîjiyan kirin.

Tirej # 31
please wait

No media source currently available

0:00 0:20:45 0:00



XS
SM
MD
LG