Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê 32 Kes jiber Gumana Têkilîya ligel DAIŞ Desteser Kirine


Polîsên Tirk di operasiyonekê dijî DAIŞ’ê li Adana, Tirkîye (Arşîv)
Polîsên Tirk di operasiyonekê dijî DAIŞ’ê li Adana, Tirkîye (Arşîv)

Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Alî Yerlîkaya îro Înê dîyar kir ku hêzên ewlekarî dijî koma tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) li neh bajaran operasyonek pêk anîne.

Yerlîkaya derbarê operasyonê li ser platforma X’ê daxuyanî da û got ku 29 kes bi gumana tekilîya bi DAIŞ’ ê re, hatine desteser kirin.

Di Operasyona"Qehremanên-37" de ku li Enqere, Balikesir, Bolu, Duzce, Kirşehir, Konya, Sakarya û Samsunê ku navend Stenbol e, bi awayekî hevdem li 39 navnîşanan hat darxistin de û di encamê 29 kes hatin desteser kirin.

Yerlîkaya ragihand ku ajansa îstixbarat û dezgeha ewlekarîya giştî yên Tirkîyê destnîşan kirine ku DAIŞ’ê hewl dida ku li Tirkîyê tîmekê bi navê "Tabûra Selmanê Farisî" ava bike.

Wî herwiha da zanîn ku kesên hatine girtin plan dikir ku li Stenbolê êrîşî dêr û kenîseyan bikin.

Ajansa Anadolu ya dewleta Tirkîyê jî ji zarê jêderên ewlehîyê ragihand ku di îro di operasyoneke din de 3 endamên payebilind yên DAIŞ’e jî hatine desteser kirin.

Ajansê got ku ew sê gumanbar bi 29 kesên din re têkildar bûn, û herwiha yek ji wan plana êrîşekê ser balyozxaneya Îraqê li Enqerê dikir. Lê ajansê derbarê gumanbar û operasyonê zêdetir agahî neda.

Jêder: Reuters, X

XS
SM
MD
LG