Cîgira serokê AK Partî ya desthilatdar a Tirkîyê ku Recep Tayyip Erdogan serokatîya wê dike, dest ji kar kişand, piştî ku kesayetîyeke opozisyonê ew bi wergirtine qezencên mezin di borseyê de, berî kirîzeke sindoqên weberhênanê ku bû sedema firotinên mezin, tawanbar kir.
Fatma Betul Sayan Kaya, ku berpirsa siyasetên civakî bû û di navbera salên 2016 û 2018’an de wekî Wezîra Malbatê kar kir, derengî roja Şemiyê ragihand ku wê ji Erdogan xwestiye ew ji hemû erkên xwe were dûrxistin da ku derbarê wan îdîayan de lêkolîn were kirin.
Berdevkê partiya sereke ya opozîsyonê (CHP)ê, Zeynel Emre, di konferanseke rojnamevanî ya roja Şemiyê de îdîa kir ku Kaya û hevjînê wê Îlyas Kaya, di meha Nîsana îsal de bi giştî 163 milyon lîre (3.3 milyon dolar) weberhênan kirine -bi taybetî di parên kompanîya çêkirina keştîyan Ozata Denizcilik de- û piştre bi firotina wan nêzîkî 2.17 milyar lîre (44 milyon dolar) bi dest xistine.
Hêjayî gotinê ye ku parên Ozata Denizcilik di destpêka meha Nîsanê de li dora 220 lîreyî dihatin firotin û heta 15’ê Îlonê bo 4,980 lîreyî buha bûn; berî ku alozîya kerta sindoqên weberhênanê ya Tirkîyê -ku tê de gumanên lîstina bi buhayê parên ku danûstandin kêm tê de dibe, bûn sedema kirîza daketina bilez a bûhayên paran di 16’ê Îlonê de.