Rawêşkarê Serokatîya Tirkîyê Mehmet Uçum ragihand ku dê rêberê girtî yê Partîya Karkerên Kurdistanê(PKK) Abdullah Ocalan di komîteya bêçekkirina PKK’ê de cih bigire.
Mehmet Uçum doh Pêncşemê di daxuyanîyekê de ku ji bo rojnamevanan hat belavkirin, got dê Abdullah Ocalan di Komîteya Bêçekkirinê û Kordînasyona Stratejîk de cih bigire.
Komîteya Bêçekkirinê û Kordînasyona Stratejîk ew yek ji çar komîteyan e ku Encûmena Çavdêrî û Nirxaninê ya proseya aştîyê pêk tînin.
Hersê komîteyên din ev in: Komîteya Kordînasyona Dadwerî û Yasayî, Komîteya Şopandin û Çavdêrîyê, û Komîteya Lihevhatin û Întegrasyona Civakî.
Serokê Encûmenê Çavdêrî û Nirxaninê alîkarê serokê Tirkîyê Cewdet Yilmaz e.
Alîkarê Giştî yê Serokê Partîya Dad û Geşepêdanê( AKP) Efkan Ala jî dîyar kir ku komîteyên "Bêterorkirina Tirkîyê" dest bi karê xwe kirine.
Tê çaverêkirin ku piştî vebûna parlemana Tirkîyê di 1’ê Cotmehê de, hin amadekarîyên partîyên sîyasî bibin.