Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Biryara Toleyên Amerîka Şermezar Dike Û Qabûl Nake


Wezareta Karên Derve yê Tirkîyê îro Duşemê ragihandina toleyên nû yê n Kongressa Amerîka bi daxuyanîyeke şermezar kir û got ku ew danîna toleyan red dikin.

“Em ragihandina toleyên yekalî yên dijî kirîna Tirkîyê ya sîstemên parastina hewayî S-400 yên ji hêla Amerîka şermezar dikin û red dikin,” di daxuyanîyê de hat gotin.

Wezaretê ragihand ku dema dabînkirina sîstemên S-400'an yên Tirkîyê ji hêla her kesê ve baş tê zanîn.

“Serok Trump bi xwe li ser vê mijara mafdarîya Tirkîyê çend caran anî ziman,” wezaretê got.

Herwiha Wezareta Tirk got ku îdayên ku S-400 dê bo sîstemên NATO'yê xeterîyê iafirîne jî bingehek teknîkî dûr e.

Ji bilî vê Tirkîyê, bo çareserkirina mijarê ya di bingeheke bêalî û rastîn bi beşdarbû na NATO'yê damezrandina komek xebatê ya teknîkî gelek caran pêşniyar kirîye, d' daxuyanîyê de hat gotin.

Bi berdewamî wezaretê ragihand ku qebûlnekirina Amerîka ya pêşnîyara me ya çareserîya pirsgirêkê ya bi dîyalog û dîplomasiyê bi rengeke ku hêjayî du hevalbendan be û serlêdana toletên yekalî, kiryarek ji her cûreyê têgîhiştinê dûr e.

“ Tirkîyê dê dijî vê biryarê ku ser peywendî yên mebê guman dê bandorên neyînî bike, di şertên ku ew biryar bide û di dema ku bixwaze gavên pêwîst bavêje. Tirkîyê dê tedbîrên ku ew bo dabînkirina ewlehîya neteweyî pêwîst dibîne paşve venakişe, “ wezaretê got.

Hevdem, wezaretê bangê Amerîka kir da ku biryara toleyên neheq yên îro jinûve binirxîne û bi lezgînî ji vê biryara çewt vegere.

Em li gor gîyana îtifaqê, amade ne ku bi rêka dîyalog û dîplomasiyê mijarê çareser bikin

“Em careke din destnîşan dikin ku li gor gîyana îtifaqê, amade ne ku bi rêka dîyalog û dîplomasiyê mijarê çareser bikin,” wezaretê got.

Ji alîyê din serokê sazîya endustrîya berevanîyê Îsmaîl Demîr ku di nava listeya toleyan de ye got ku ew di bin pêşengîya Serokê me, Tayyîp Erdogan de bo armanca xwe ya pîşesazîya berevanîya bi tevahî serbixwe, biryardar in.

“Biryareke ku hemberî min û an saziya me ku li derveyî welat hatiye girtin, dê helwesta min û tîma min neguherîne; ewê nikaribe bi ti awayî pêşî li pîşesazîya berevanîya Tirkîyê bigire, ” Demir got.




XS
SM
MD
LG