Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Hîn Jî Bo Rêvebirin Û Parastina Balafirgeha Kabulê Dilxwaze E


Balafirgeha Hamid Karzai ya Navneteweyî li Kabul, Afganistan.
Balafirgeha Hamid Karzai ya Navneteweyî li Kabul, Afganistan.

Ajansa Reutersê îro Çarşemê ji zarê du karbidestên Tirk ragihand ku hîn jî nêta Tirkîyê heye ku balafirgeha Kabulê rêve bibe û biparêze, piştî ku hêzên biyanî yên Afganistanê bi tevahî vekişin, "Heya niha di derbarê TAF (Hêzên Çekdar yên Tirk) ku balafirgeha Kabulê kontrol bikin de ti tişt neguherîye. Gotûbêj û pêyvajo berdewam dike," yek ji karbidestan got.

Lê, heman karbidestan destnîşan kirin ku Tirkîye piştî pêşkeftinên demûdest yên mîlîtanên Talîbanê, rewşa li wî welatî dişopîne, "Xebat li ser bingeha ku dê veguhestin çêbibe berdewam e, lê bê guman rewşa Afganistanê ji nêz ve tê şopandin," weke karbidetê Tirk dibêje.

Serok Tirkiyê, Tayyîp Erdogan ji Amerîka xwest ku şertên darayî, lojîstîkî û dîplomatîk bicih bîne.

Talîbanê Tirkîyê hişyar kirbû, da ku hêzên xwe li Afganistanê nehêle ku balafirgehê biparêzin, lê Enqere helwesta xwe domand.

Karbidestekî ewlekarî yê Tirk got ku, Tirkîye nirxandina geşedanên li Afganistanê didomîne, "Di ramana kontrolkirina balafirgeha Kabulê de tu guherîn tune. Lê, rewş li Afganistanê roj bi roj diguhere," wî got.

Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan piştî hevdîtina bi wezîrê berevanîyê yê Tirkîyê Hulusî Akar re got ku jibo hêsankirina danûstandinên di navbera Talîban û Enqerê de, ewê hewildan bên dayîn, "Tiştê herî baş bo Tirkîyê û Talîban dîyaloga rûbirû ye. Bi vê rêkê her du jî dikarin ser sedemên ku ewlekariya balafirgeha Kabulê, biaxivin, " Xan got.

Îmran Xan destnîşan kir ku Jiber vê yekê ewê bi Talîban re biaxivin, ku li ser wan bandora xwe bikar bînin da ku bi Tirkîyê re rûbirû gotûbêj bikin.

XS
SM
MD
LG