Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê 4 Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî Tên Girtin


Protestoyên li dijî erkdarkirina rektorê zanîngeha Bogaziçi

Dozgerîya Stenbolê Yekşemê ragihand ku di çarçoveya lêpirsîna protestoyên li dijî erkdarkirina rektorê zanîngeha Bogaziçi çar kesên din jî hatine girtin.

Xwendekar û akademîsyenên Zanîngeha Bogazîçî piştî ku Erdogan, di 1'ê Rêbendanê de Melîh Bulu wek rektorê zanîngehê erkdar kir, bi hefteyan e, ku nerazîbûnên xwe bi protestoyên cûrbecûr nîşan didin.

Xwendekar û mamoste dibêjin pêvajo ne demokratîk bû. Akademîsyen Melîh Bulu endameke partîya desthilatdar ya Erdogan Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) ye.

Bulu, gelek caran hewil dabû ji vê partîyê bo endametîya parlementoyê bibe berbijar.

Dozgerîya Anadolu ya Stenbolê dîyar kir ku çar kes jiber protestoyên li Kadikoy ya Stenbolê hatibûn desteser kirin, tevî zarar dayîna milkê giştî û propagandaya terorîzmê ji hêla dadgehê ve îro hatine girtin.

Hevdem, dozgerîyê got, adgehê bo du kesên din jî girtina li malê daye. Bi sedan kes vê hefteyê bo piştgîrîya xwendevanên ku li zanîngeha Bogaziçi protestoyan didomînin dikin li Kadikoy kom bûn. Karbidestan ragihanibû ku di du rojên cûda de dora 165 kes hatine binçav kirin.

Karbidestên Tirk dazanîn ku ji 4'ê Çileyê û vir ve di xwepêşandanên li Stenbol û Enqereyê de nêzîkê 600 kes hatine desteser kirin, lê piranîya wan hatine berdan.

Hikûmeta Erdogan rexneyên xwepêşanderan red dike, û dibêje xwepêşandan bi armancên siyasî têne meşandin.

Karbidestên Tirkîyê her wiha gotarên xwe yên ku Amerîka û Neteweyên Yekbûyî wek gotara homofobîk binav kiribûn didomînin ku wezîrekî hikûmeta Enqerê xwendevanan wek 'bê ahlaqên LGBT" bi nav kir.

Ji alîyê din Erdogan roja Şemîyê bi fermaneke qanûnder li zanîngeha Bogaziçi du beşên nû ava kir.

Rexnegirên wî dibejin, ku ev gav armanc dike ku bandora Enqereyê zêde bike.

Ali Babacan, hevalbendê berê yê Erdogan û serokê niha yê Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA), roja Şemîyê got dê ev gav rê li ber Erdogan veke ku ew kesên nêzî xwe li Zanîngehê erkdar bike.

Babacan di hevpeyvînekê de ji televîzyona Halk TV de re got ku akademîsyenên nû dê li wir bi hêsanî werin xebitandin û kesên li wan dişibin wê li wir werin erkdar kirin.

"Plana lîstikê ya di pişt perdeyê de, divê bê dîtin," Babacan got, gavên bi vî rengî yên ku berê li dijî sazîyên din hatine avêtin, destnîşan kir.

XS
SM
MD
LG