Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Rewşa Girêdayî COVID-19 Her ku Diçe Xirabtir Dibe


Li Tirkîyê peyvajoya COVID-19
Li Tirkîyê peyvajoya COVID-19

Li Tirkîyê roja Yekşemê 6ê Kanûnê piştî meha Gulana borî car dî ket qedexeya derketina derve. Di rojên dawîya hefteyê de, mirinên jiber vîrusa korona di sê hefteyan de, bi rengekî rekorî du qat zêde bûne.

Hevdem, hejmera pêketinên li welat di nav hejmarên herî bilind yên li seranserî cîhanê hatine tomarkirin.

Wezareta Saxlemîya Tirkîyê Yekşemê dîyar kir ku 30.402 kes di 24 demjimêrên dawî de bi vîrusa korna ketine û 195 kes jî jîyanên xwe ji dest daye.

Hejmara giştî ya nexweşan gîheştîye 539.291 kesan, û hejmara miriyan jî giheştîye 14.900 kesan.

Hejmara rojane ya miriyên jiber COVID-19 roja Şemiyê bi rêkorek bilind bû û giheşt 196 kesan.

Mirinên fermî yên rojane di dawîya Cotmehê de di asta 70 kesan de dihat tomar kirin, lê niha ew hejmar zêdetir bûye.

Tirkîyê bo 4 mehan tenê bûyerên rojane yên COVID-19 yên bi nîşanan ragihand, lê ji 25'ê Mijdarê û vir ve tevahîya bûyeran radîgîhîne.

Pêzanînên hemî bûyerên erênî û yên giştî hîn jî nehatîye dîyar kirin. Lê, siyasetvanên opozîsyonê di derbarê rastîya hejmarên pêketin û mirinên bi sedema vîrusa korona yên ku ji hêla dewletê ve tên ragihandin de, gumanên xwe dîyar dikin.

Ew dibêjin ku, tenê rêjeyên li Stenbolê dibe ku qasî yên ku jibo tevahîya Tirkîyê hatine rapor kirin, be.

Ajansa nûçeyan ya Anadolu ya dewletê ji zaravê wezîrê karên Navxwe Suleyman Soylu ragihand ku gelemperîya mirovan pîvanên tedbîr û gedexeyan bicîh tînin.

XS
SM
MD
LG