Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Û Welatên Rojavayî Kêşeya Dîplomatîk Çareser Dikin


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Tirkîyê û 10 welatên rojavayî roja Duşemê krîza dîplomatîk ya ser dersînorkirina balyozên wan welatan giheştin asta çareserîyê; piştî bolyazxaneyan gotin ku ew pabendî peymanên dîplomatîk yên li ser nedestwerdanê ne.

Deh balyozên li Enqerê jibo xêrxwaz Osman Kavala ku di girtîgehê de ye banga berdanê kiribûn.

Li ser vê bangwazîyê, serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di dawîya hefteyê de got ku wî ferman daye ev deh balyoz wek “kesên nexwestî” werin dîyar kir.

Erdogan piştî daxuyanîyên balyozxenayan ser peymanên dîplomatîk di konfêranseke rojnamevanî de got ku wan paşde gav avêtine û ewê baldartir bin.

“Bi daxuyanîyeke nû ya ji hêla heman balyozxaneyan, ji vê derawa ku li ser welat û gelê me hatiye kirin, gav paşde hat avêtin. Ez bawer dikim kuev balyozana dê di daxuyanîyên xwe yên li ser mafên serwerîya Tirkîyê de baldartir bin," Erdogan got.

Her wiha, Erdogan ragihand ku "armanca me qet ne avakirina krîzan e, lê parastina maf, qanûn, serbilindî û serwerîya welatê me ye."

Berî çend rojan, balyozên Amerîka, Kanada, Fransa, Almanya, Damîmarka, Finlandîya, Holanda, Swêd, Norwec û Zelandaya Nû daxuyanîyek weşandibûn, tê de banga serbestberdana Osman Kavala kiribûn.

Osman Kavala ji 2017'an vir ve di zindanê de ye û bi fînanskirina hin protestoyan û bi tevlîbûna hewldana derbeya 2016'an tê tawanbar kirin. Kavala tawanan red dike.

XS
SM
MD
LG