Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dehan Karmendên Leşkerî li Tirkiyê bi Sedema Hewildana Darbeya Serneketî Tên Cezakirin


Dîmeneke ji dema hewla derbeya serneketî ya 2016'an
Dîmeneke ji dema hewla derbeya serneketî ya 2016'an

Ajansa Anadolu ya dewleta Tirkîyê ragihand ku dadgeha Tirk li dehan kes, leşkerên berê yên girêdayî parastina serokkomarîyê îro Çarşemê cezayê zindankirinê yê dirêjîya jînê birîye.

Ew bi sedema tevlîbûna hewila derbeya serneketî ya 2016'an de li dijî hikumeta serok Tayyip Erdogan hatine ceza kirin.

Bi tevahî 497 kes, ji 2017'an vir ve, bi sûcdarîya ji ber ku hewl dane ku navenda leşkerî ya li Enqereyê bi dest xwe bixin, navendên weşana dewletê TRT dagir kirine û weşangerekî televîzyonê mecbûr kirine ku li ser navê derbekaran daxuyanîyê bixwîne, dihatin darizandin.

38 ji wan kesên ku dihatin darizandin bi zindankirina dirêjîya jînê hatin ceza kirin.

Hevdem, dadgehê bo kesek jî biryara 61 sal cezayê girtîgehê da û jibo 106 kesan cezayên girtîgehê yên ji 6 heya 16 salan ragihand.

Ajansa Anadolu got ku kesên din yan bêtawan derketine yan jî cezayên girtîgehê li wan nehatiye birîn.

Di 15'ê Tîrmeha 2016'an de, hin komên di nav artêşa Tirkîyê de tank, balafirên şer û helîkopter bikar anîn da ku desthilatdarîya Erdogan têk bibin.

Balafirên şer parlamento û cihên din yên li paytexta Tirkîyê bombebaran kirin. Piştî banga serok Erdogan, bi hezaran kes daketin kolanan da ku darbeyê bidin sekinandin.

Bi tevahî 251 kes hatin kuştin û dora 2.200 kes jî birîndar bûn.

Her wiha nêzî 35 kesên ku hewla darbeyê kiribûn jî hatin kuştin.

Hikûmetê tora Gulen wekî komek terorîst binav kir, lê Gulen tevlîbûna xwe ya hewildana darbeya serneketî, red dike. Fetullah Gulen li Amerîka dijî.

XS
SM
MD
LG