Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Dixwaze Xebatên Lêgerînê li Rojhilata Deryaya Sipî Berfireh Bike


Wezîrê Enerjîyê yê Tirkîyê Fatîh Donmez û karbidestên din li ber keştîya sondajê ya Yavuz ya Tirkîyê(Arşîv)
Wezîrê Enerjîyê yê Tirkîyê Fatîh Donmez û karbidestên din li ber keştîya sondajê ya Yavuz ya Tirkîyê(Arşîv)

Wezîrê Enerjîyê yê Tirkîyê Fatîh Donmez îro Duşemê dîyar kir ku dibe ku Tirkîyê di lêgerîna xwe ya gazê ya li rojhilata Deryaya Sipî de, pirtir bîrên sondajê vebike.

Rojhilata Deryaya Sipî herêmek e ku xebatên Tirkîyê yên lêgerîn û sondajê yên sala borî de bi Yunanîstan û Qibrisê re bû sedema alozîyan.

Wezîr Donmez ragihand ku Tirkîyê heya niha li herêmê 8 bîrên sondajê vekiriye; û da zanîn ku li wan hereman tevî ku nîşanên hebûna gaza xwezayî hebûye, di asta aborî de kişfeke girîng nine.

Donmez ji televîzyona A Haber re li ser mijarê axifî.

"Pisporên me piştî her vekolînê pêzanînan, bi daneyên sîsmîk yên berê re didin berhev û kontrol dikin. Dibe ku nêzî bîrên ku em nîşanên gazê dibînin, hin xebatên din yên vekolînê bikin. Ewê dem dîyar bike, lê em bi hêvî ne. Em dinirxînin ku potansîyeleke heye," Donmez got.

Alozîyên di navbera Tirkîyê û endamên YE Yunanîstan û Qibrisê de, ser serverîya mafên çavkanîyên enerjîyê û yên qadên deryayî li rojhilata Deryaya Sip di Tebaxa 2020'an de zêde bû; dema ku hem keştîyên leşkerî yên Tirk û Yunanî, dparastina keştiyên lêgerînê kirinin.

Rêberên Ewrupî di Adarê de, soza 2016'an xurtkirina têkilîyên bazirganî yên bi Tirkîyê re bicîh kir, lê hevdem, hişyarî da Enqere ku heke ew lêgerîna enerjîyê li rojhilata Deryaya Navîn jinûve bide destpêkirin, divê çaverîya toleyan bike.

Tê pêşbînî kirin ku radestkirina ji rezerva gaza xwezayî ya li Behra Reş, kişfa dîrokî ya herî mezin ya Tirkîyê, di 2023'an de destpê bike.

Heke gaz di asta bazirganî de were nirxandin, ev vedîtin dikare girêdayîbûna Tirkîyê ya Rûsyayê, Îranê û Azerbaycanê ya bo derkirîna enerjîyê biguherîne.

XS
SM
MD
LG