Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Dema Biden Dest Bi Kar Bike Dê Kêşeyên Bi Amerîka re Gotûbêj Bike


Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dîyar kir ku ewê peywendîyên nakokbar yên bi Amerîka re dema ku serokê hilbijartî Joe Biden dest bi kar bike, dê gotûbêj bikin, Erdogan got "Em daxuyaniyên ku rêveberîya Amerîka radigîhînin û kiryarên ku ew di derbarê kirîna çekên me de dikin, baş nabînin. Bi taybetî em nêzîkatîya wan ya li bakurê Sûriyê rast nabînin."

Têkiliyên dualî, ji hêla Tîrkiyê ve bi kirîna sîstemên parastina mûşekên Rûsî S-400, cûdahîyên di warê sîyaseta di derbarê Sûrîyê û binçavkirina karmend û hemwelatîyên balyozxenaya li Tirkiyê xirab bûn.

Erdogan berîya ku serdana Azerbaycanê bike ji rojnamevnan re axivî û got ku hê zû ye ku mirov ser rêveberîya Amerîka ya ku dê dest bikar bike, şîrove bike. Erdogan got "Ka bila Birêz Biden dest bi kar bike. Piştî ku ew dest bi seroktîyê bike, emê bê guman rûnin û bi birêz Biden re çend mijaran nîqaş bikin. Mîna ku çawa berê em rûdiniştin û li Amerîka an Tirkiyê diaxivîn, emê van jî dîsa nîqaş bikin."

Kirîna S-400'an ji Moskowê ya sala borî, peşbînîyên sizayên Amerîka ya di ser serê sala 202'an de, heke Kongres budceya wezareta berevanîyê bipejirîne, zêde dike ku di nava vê de, tê gotin ku divê serokê Amerîka sizayan dijî Tirkîyê dîyar bike.

Civata Nûneran ya Kongresa Amerîka roja Sêşemê pêşnivîsa budceyê derbaz kir. Erdogan got. "Di dîplomasiyê de, çareserîya van mijaran bi axaftin û civînê tê dîtin. Ez bawer dikim emê vê peyvajoyê bi Amerîka re pir cûda birêve bibin."

XS
SM
MD
LG