Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Tirkîyê Bo Nûjenkirina Hêzên Esmanî 40 Balafirên F-16 Dikire


Dîmeneke balafirên şer yên F-16 yên Lockheed Martin yên Amerîka

Ajansa Reuters ji zarên jêderan ragihand ku Tirkîyê bo kirîna 40 balafirên şer yên F-16 yên Lockheed Martin û her wiha bo balafirên xwe yên şer 80 kelûpelên nûjenkirinê, daxwaz kiriye.

Pispor dibêjin ku piştî Tirkiyê di kirîna firokên F-35'an de ser ne ket, niha dixwaze hêzên esmanî yên xwe, nûjen bike.

Peymana ku bi bi mîlyar dolarane ye, hîn jî li gor peyvajoya Firotina Leşkerî ya Derveyî ya Amerîka, tê nirxandin.

Her wiha, pêwîste ku peyman ji hêla Wezareta karê Derve ya Amerîka û Kongresa Amerîka ve were pejirandin ku ew dikarin danûstandinên ser kirinê asteng bikin.

Wezareta karê derve ya Amerîka û balyozxaneya Tirkîyê heya niha bersîva daxuyanîye ya ser mijarê neda ne.

Enqereyê bo kirîna zêdetirî 100 balafirên F-35, ku ji hêla Lockheed Martin Corp (LMT.N) ve hatine çêkirin, serî lê dabû.

Lê, di 2019'an de piştî ku Tirkîyê mûşekên S-400 ya Rûsî kirî, ew ji hêla Washingtonê ve, ji bernameyê hate derxistin.

Tirkiye û Amerîka di van salên dawî de li ser gelek mijaran lihev nakin, ji kirîna S-400 û bandorên wê heya cûdahiyên di siyaseta Sûrîyê de.

Enqere ragigandibû ku ew hêvî dike ku di bin serokîya Joe Biden de, peywendîyên di anvbera her du welatan de, baştir bibin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG