Wezîrê karên derve yê Haîtîyê Claude Joseph evara Duşemê ragihand ku, karbidestên Tirk zilameke girtine, yê ku jiber kuştina Serokê Haîtî Jovenel Moise ya di Tîrmehê de, gumanbarê.
Claude Joseph ser Twitterê dîyar kir got ku wî bi telefonê bi Wezîrê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu re axifî ye.
Joseph, da zanîn ku wî jiber girtina Samir Handal u di lêpirsîna kuştina Serokomar de gumanbareke girîng e , sipasîya Tirkîyê kiriye.
Karsazê berê Jovenel Moise yê 53 salî ku di 2017'an de dest bi seroktîya Haîtîyê kiribû, di Tîrmeha 2021'an de ,di encama êrîşeke li mala xwe de hatibû kuştin.
Raporeke Tebaxê ya polîsê Haiti ragihandibû ku Handal li mala xwe 'civînên siyasî ' dar xistiye, tevî yên ku Emmanuel Sanon ku wek plansazê gumanbar tê nirxandin jî beşdar bûye.
Hevdem, medyaya Tirkîyê îro Sêşemê ragihand ku Samir Handal dema ku ji Amerîkayê ber bi Urdunê ve diçû, ji hêla karbidestan ve li balafirgeha Stenbolê, hatiye desteser kirin.
Wezareta karên navxwe ya Tirkîyê heya niha bersîva daxwaza şîrovekirinê nedaye .