Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dijî Sîyasetvanê Hollandî Wilders Doz Vekir


Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan

Ajansa Anadolu ya dewleta Tirkîyê îro Sêşemê ragihand ku Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan di derbarê rêberê navdar yê rastgir yê Hollandî Geert Wilders de gilî kirîye û got ku Wilders li ser medya civakî êrîş û heqaretê Erdogan kirîye.

Ajansa Anadolu ser bingeha belgeyên parêzeran dibêje ku parêzerên Erdogan îro li Enqere doz vekirine û dadgehên Tirk di vê mijarê de xwedîyê mafê dadwerîyê ne jiber ku heqaret li serokê Tirkîyê hatîye kirin.

"Tevî ku tawan rasterast dijî kesê li kursîya seroktîyê hate kirin jî, nirxê ku tê binpê kirin avahîya hikûmeta sîyasî ya dewletê ye," Li gor Anadolu, parêzeran gotin.

Parêzeran got ku şîroveyên serokê Partîya Azadîyê Wilders nabe ku wek azadîya axaftinê were dîtin û Wilders namus, şeref, rûmet, kesayetî û navdarîya Erdogan hatîye armanc girtin.

Serokê Partîya Azadîyê Wilders yek ji rêberên herî navdar yê rastgirê tundrê yê Ewrupa ye û di dehsala borî de, li Holanda di neqaşên ser sîyaseta koçberiyê de kesayetek sereke bû, lê ew qet di hikûmetê de cîh negirtîye.

Roja Şemiyê Wilders wêneyek kartonî ya Erdogan weşandibû û li ser nivîsandibû ku ‘terorîst’.

Herwiha, Wilders roja Duşemê wêneyek keştiyek binav dibûyî ku ala Tirk li ser e, weşand.

“Bi xatirê te @RTErdogan. Tirkiyeyê ji NATO derxîne, "wî di binê wêne de got.

Enqere ev demeke dirêje ku nêrîn û polîtîkayên Geert Wilders, serokê Partîya Azadîyê, rexne dike.

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu roja Yekşemê Wilders weknijadperestekî windakirî ye ku hewl dide bi dijminatîya dijî Îslamê û bîyanî yan piştgirî bigire.

"Ev dem jibo Ewrupa dem e ku sîyasetvanên xwe yên talanker, yên bi aql ê faşîst bide sekinandin.," Çavuşoglu li ser Twitter got.



XS
SM
MD
LG