Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters:Tirkîyê Dijî Hêzên Kurd yên li Bakurê Sûrîyê Amedekarîya Operayona Leşkerî Dike


Dîmeneke ji operayoneke leşkerî ya Tirkîyê dijî hêzên Kurd yên li Sûriyê (Arşîv - 2019)
Dîmeneke ji operayoneke leşkerî ya Tirkîyê dijî hêzên Kurd yên li Sûriyê (Arşîv - 2019)

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê du karbidestên Tirk ragihand ku Tirkîyê xwe amade dike ku dijî hêzên Kurd yên li bakurê Sûrîyê operayoneke leşkerî bike.

"Pêdivî ye ku ew herem, bi taybet herema Tel Rifat ku ji wir bi berdewamî êrîş dijî me têne kirin, were paqij kirin," karbidestê payebilind got.

Karbidestan, di derbarê operasyona dewleta Tirkîyê de dem û pirtir hirgûlî dîyar nekir.

Lê, yek ji wan da zanîn ku îstixbarata leşkerî û neteweyî (MIT) amadekarîyan dikin.

Heman karbidestan destnîşan kirin ku biryara oprasyonê dê heke hevdîtinên ser mijarê yên bi Amerîka û Rûsyayê re ser nekevin, were girtin.

"Biryara ser vê yekê hatiye girtin û kordînasyona pêwîst ewê bi welatên taybet re were kirin. Ev mijar dê bi Rûsya û Amerîka re were nîqaş kirin, " wî got.

Karbidestan gotin ku Erdogan dê di dawîya Cotmehê de di hilcivîna G20'an ya li Romayê bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re, li ser vê mijarê biaxife.

Karbidestekî din got ku divê YPG herî kêm 30 kîlometre paşve bê kişandin.

Wî balkişand ku Rûsya digel hin hêmanên Îranî, herêmên ku êrîşên vê dawîyê jê hatine kirin, bi temamî kontrol dike.

Hevdem, karbidest anî ziman ku Erdogan piştî hevdîtina bi Biden re ewê bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re jî heman mijarê nîqaş bike.

Erdogan heftaya borî gotibû ku "êrîşa mîlîtanên Kurd yên YPG’ ê ku 2 polîsên Tirk hatibû kuştin, dilopa dawî ye."

Du polîsên Tirk Yekşema borî di êrîşa mûşekî ya li herêma Ezaz ya li bakurê Sûrîyê hatin kuştin, ku Tirkîyê dibêje ku êrîş ji alîyê YPG’ê ve hatiye kirin.

XS
SM
MD
LG