Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Penaberên Sûrî li Tirkîyê Dibin Armanca Êrîşan


Dîmeneke piştî êrîşa dijî penaberên li Enqere, Tirkiye, 11 Tebax 2021
Dîmeneke piştî êrîşa dijî penaberên li Enqere, Tirkiye, 11 Tebax 2021

Şahid û raportên medyayê îro Pêncşemê ragihandin ku komeke Tirkan li paytexta Tirkiyê Enqerê şevê din êrîşî dikan û malên welatîyên Sûrîyê kirine.

Di alozîya li navçeya Altindag ya Enqereyê de, camên dikan û malên Sûrîyan hatin şikandin û meşîneke hate şewitandin.

Şahidan da zanîn ku polîsan gule berdane esman da ku tundîtujîyê bidin sekinandin.

Polîsê Enqerê ragihand ku wan 76 kes jiber desteser kirine.

Polîs got ku ew kesana jiber tevlîbûna alozîyê û piştî pevçûna li Altindag bo provaksyona hemwelatiyên Tirk parvekirinên nerast yên ser medyaya civakî hatine girtin.

Hevdem, polîs destnlîşan kir ku tomarên sûc yên 38 ji wan kesên binçavkirî hene,di nav de tawanên wek talan, şîdet û dizî.

Walîtîya Enqerê li ser Twitterê ragihand ku 'xwepêşandan û bûyerên" êvara çarşemê qewimîne, bi dawî bûne.

Serokê Heyva Sor a Tirk Kerem Kinik vîdyoyek li ser Twitter parve kir ku tê de nîşan dide ku gule bi ser malan de têne avêtin.

" Kîjan çanda me de bi şev kevirkirina malên mirovan heye? Gelek penaber bi me re têkilî dan û gotin ku ew bo jîyana zarokên xwe bi fîkar in," wî got.

Kerem Kinik wêneyek zarokek piçûk parve kir ku rûyê wê bi xwîn e.

Wî got ku zarok bi kevireke ku ji pencerê hatiye avêtin birîndar bûye û ew li nexweşxanê tê derman kirin.

"Ka em vî agirî sar bikin. Feydeya wê ji ti kesî re nîne," wî got.

Bûyer, piştî ku roja Sêşemê di navbera ciwanên Tirk û Sûrî de pevçûneke pêk hat.

Televîzyona CNN Turk ragihand ku di encama pevçûnê de xortekî Tirk hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye.

Ajansa Anadolu ya dewletê ragihand ku jiber kuştina ciwanê Tirk du kesên biyanî hatine desteser kirin û dijî wan doz hatiye vekirin.

Li Tirkîyê 3.7 mîlyon penaberên Sûrî hene û alozîya herî dawî di nav fikarên zêdebûna hejmara penaberên Afganî de qewimî.

Di hefteyên dawî de gelek penaberên Afganî jiber pevçûnên li Afganistanê ji ser Îranê derbazê Tirkîyê dibin.




XS
SM
MD
LG