Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Bo 50 Mîlyon Vaksînên Sputnik V ya Rûsî Peymanê Îmza Dike


Vaksîna Sputnik V ya COVID-19 ya Rûsî

Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca îro Çarşemê dîyar kir ku Tirkîyê jibo 50 mîlyon dozên vaksîna Sputnik V ya COVID-19 ya Rûsî peymaneke îmza kiriye û di meha bê de radestkirin destpê bike.

"Em bo destûrnameya karanîna avarte ya vaksîna Sputnik V di qonaxa dawîn de ne û bo kirînê me peymanek çêkir. Tirkîyê peymanek îmza kir da ku di nav şeş mehan de 50 mîlyon dozan bistîne," Koca got.

Tirkîyê heya niha vaksînên COVID-19 yên Sinovac ya Çînê û Pfizer - BioNTech bikar tîne ku 13.5 mîlyon kes doza yekê ya yek ji van vaksînan wergirtine.

Ji alîyn din, roja Duşemê, Fona Veberhênana Rasterast ya Rûsî (RDIF) ragihand ku kompanîyên dermanên Tirk ewê vaksîna Sputnik V ya COVID-19 li kargehên xwe hilberînin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG