Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu Bertek Da Gotinên Wezîra Derve ya Swêdî Linde


Ajansa AP ragihand ku li Enqere ya paytaxta Tirkîyê di preskonferansa hevbeş ya Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde û Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu alozî çêbû.

Çavuşoglu di preskonferansê de sîyeseta Swêdî bi tundî rexne kir.

Wezîra Karê Derve ya Swêdê Ann Linde jî piştî nirxandina Çavuşoglu Tirkîyê jiber pirsgirêkên di qada azadîya axaftinê û ragihandinê de, bi şewazeke nerm rexne kir.

Çavuşoglu, ligel wezîra Swêdî Ann Linde jiber ku Swêdê li Tirkîyê banga vekişina leşkerên xwe ji Sûrîyê û jiber mijarên din, bi tundî rexne û hîşyar kir.

Çavuşoglu herwiha Swêd bi piştgirîya mîlîtanên Kurd û bo bêdengmana îdiayên ser nêzîkîtîya xirab ya hemberî koçbran ya Yunanîstanê tawanbar kir, ku Atîna wan îdiayên qebûl nake.

"Ez dixwazim vê yekê bipirsim: Hun li gor kîja desthilatdarîyê ji Tirkîyê re dibêjin ku ji Sûrîyê vekişe an Tirkîyê hîşyar dikin? û "Heke hun di derheqê mafên mirovan de ewqas hesas in, hun çima carekê Yunanîstanê rexne nakin?" Çavuşoglu pirsî.

Wezîr Ann Linde bertek nîşanê gotara Çavuşoglu da û got ku ew mêvanê wî ye û ewê li vir van gotinan nîqaş neke.

"Ez tenê hêvî dikim ku her kes yên li Tirkîyê bibe xwedîyê derfeta îfadekirina nêrînên xwe be.”

Ajansa AP ragihand ku wezîr ev rexneya nerm ya sergirtî jiber pirsgirîkên azadîya axaftine û ragihandinê û herwiha bi sedema zindankirina gelek rojnamevan û sîyasetvanên Kurd kirine.

XS
SM
MD
LG