Wezîrên Karên Derve yên Yekîtîya Ewrûpa îro Duşemê berîya hilcivîna rêberên YE ya 10 û 11'ê Berfanbarê de, sedemên toleyên dijî Tirkîyê yên ser nakokîyên çavkanîyên xwezayî yên li Derya Sipî, nirxandin.
Wezîrê Karên Derve yê Yunanîstanê Nikos Dendias got ku jiber ku Tirkîyê di sîyaseta xwe ya lêgerînê ya li rojhilata Derya Sipî de, ti gavek erênî navêje, hemî dewletên YE îro Duşemê li hev kirin û got:
"Diyar bû ku divê bersîvek ji Tirkîyê re bê dayîn. Tirkîyê kiryarên xwe yên tawanbar domand. Ya ku dê di Civata Serokên YE de were nîqaş kirin,"
Almanya, ku niha seroktîya YE dike, hêvî dikir ku di navbera Atîna û Enqereyê de navbeynkarîyê bike, lê gava Tirkîyê piştî rawestanekê di Cotmehê de lêgerîna gazê ya li Qibrisê jinûve dest pê kir, xemgîn bû.
Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas berîya destpêkirina civînê di derbarê mijarê de axifî, Mass got "Gelek provakasyon pêk hatin û alozîyên di navbera Tirkîyê, Qibris û Yunanîstanê de rê li ber axaftinên rasterast girt".
Fransa û Parlamentoya Ewrupa, ku di 26'ê Mijdarê de bi fermî banga sizayên aborî li dij Tirkiyê kirin û dibêjin ku dema cezakirina Tirkîyê ye.
Serokê Tirkîyê recep Tayyîp Erdogan got ku welatê wî dê serî li ber gef û tehdîtan netewîne.
Lê, banga xweya danûstandinên bo îdiayên nakok yên ser serwerîya qadên deryayî û mafên çavkanîyên enerjîyê dubare kir.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu, ne di civîna Brukselê de bû, lê îro di paneleke zanîngehêke ya li Tirkîyê peyivî.
Çavuşoglu di axaftina xwe de, Yunanîstan û Qibris wek endamên beradayî yên YE bi nav kir û ji YE xwest ku bibe navbeynkar, nehêle ku Fransa û dewletên din bibin alîgirên Atînayê. Çavusoglu got "Ev biryarana, tole an her tiştê din, dê jibo çareserîya pirsgirêkan re nebe alîkar."
Dema ku Tirkîyê di Tebaxê de keştîyeke lêkolînê jibo lêkolîn û lêgerînê şand nav avên ku ji hêla Yunanîstan ve jî serwerîya heman heremê tê îdia kirin alozî zêde bûn.
Serokên Yekîtiya Ewrupa di Cotmehê de ji Tirkîyê re gotibû ku xebatên lêkolîn û lêgerînê yên li rojhilata Derya Sipî bide rawistandin yan jî ewê rûbirûyê cezayan bibe.
Pirsgirêkên berfirehtir yên lihevnekirinê - li ser Lîbya, Sûrîyê, Rûsya û rêka Tirkîyê ya ber bi xwesepandinê ve diçe, helwestên Ewrupa yên li hember Enqereyê hişktir dike.