Yekîtîya Ewrupa(YE) û Brîtanya dixwazin ku Tirkîyê bibe navendekî pêşwazîkirina penaberên Afganî, lê Tirkîyê wan bangewazîyan, red dike.
Penaberên Afganî bi gelemperî dixwazin ji Tirkîyê derbazî welatên YE bibin ku mafê penaberîyê bidest bixin.
Payvdarê hikûmeta Tirk Omer Çelîk roja Duşemê ragihand ku jixwe li Tirkîyê niha nêzî pênc mîlyon penaber hene, yên ku bi gelemperî jiber şerê navxweyî yê Sûrîyê revîyane.
Omer Çelîk dîyar kir ku Tirkîyê nema dikare pirtir penaberan bigire.
Çelîk dibêje ku kapasîteya Tirkîyê tuneye ku êdî bikare yek penaber din werbigire.
Wî got ku "Tirkîyê ne kampek penaberan e û ne jî xalek derbazbûnê ye".
Daxuyanîyên Çelîk piştî nûçeyên medyaya Brîtanî yên Yekşemê ku ji zarê çavkanîyên wezareta berevanîyê, mîna bersivek bû.
Medyaya Brîtanî ragihandibû ku London li welatên mîna Tirkîyê dinirxîne ku ji bo penaberên Afganî navendên pêyvajoyê biafirîne.
Di van rojên dawî de pêşnîyarên bi vî rengî ji hêla Serokwezîra Almanya Angela Merkel û serokê Konseya Ewrupa Charles Michel ve jî hatin kirin.
Tirkîyê, di çarçevoya peymanek bi YE re, jixwe niha nêzî çar mîlyon penaberên Sûrî yên jiber şerê navxweyî revîyane dihewîne, di berdêla alîkarîya bi mîlyar dolaran.
Lê, analîst Asli Aydintaşbaş dibêje ku raya giştî ya Tirkîyê bi tundî dijî peymaneke nû ya ser penaberên Afganî ye.
Asli Aydintaşbaş anî ziman ku Tirkîyê û YE, jibo avakirina peymaneke ser penaberan derbarê diravên bi hejmarek mezin danûstandinê dikin, ku li hember wê Tirkîyê penaberan webigire, Aydintaşbaş got "Ez bawer dikim ku jiber ramana ku Ewrupa Tirkîyê mîna kampekî penaberan ya li ser sînorên xwe bikar tîne, hêrseke giştî heye. Gel ji vê yekê aciz e. Lê, ev bo Tirkîyê dibe sedema xercek mezin ya sîyasî. Mirov bi bingehîn sîyaseta hîkûmetê ya ser penaberan rexne dikin."
Nerazîbûna dijî hebûna penaberan di destpêka vê mehê de li taxeke paytext Enqereyê, bû sedema derketina bûyereke ku tunditûjî jî tê de, rûda.
Di bûyera li Enqereyê de, bi sedan kesan êrîşî mal û dikanên koçberên Sûrî kirin.
Enqere niha jibo ewlekirina sînorê bi Îranê re tedbîrên xwe xurt û zêde dike, ku rêya sereke ya derbazbûna Afganîyên ku dixwazin bikevin Tirkîyê .
Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan dîyar kir ku diwarê li ser sînor wê bileztir were çêkirin.
Her wiha, pirtir hêzên Tirk bi alavên nû yên çavdêrîyê, li ser sînorê bi Îranê re têne bicihkirin, ya ku bi dirêjahîya 300 kîlometreyî ye.
Huseyîn Edîz Tercanoglu, berpirsê ewlehîya Tirkîyê ya ser sînorê bi Îranê re, roja Duşemê got ku sînor ewê li hember her pêla penaberan ewle be.
Tercanoglu got hêzên Tirk li cihên ku berê qaçaxçîtî lê dihat kirin dixebitin û tevahîya heremê ji hêla kamerayên termal yên bi 360 dereceyan ve tê şopandin.
Wî got ku ger tevgereke hebe, leşker dikarin werin şandinê wir. Kiryarên bi wî rengî yên nîşandana hêzek xurt, hem jibo raya giştî ya Tirk ku ji ber hebûna bi mîlyonan penaberan aciz e û hem jî bo Ewrupayê peyamek e, ku dibêje Tirkiye dê pêleke din ya penaberan, qebûl neke.