Ajansa Reuters Çarşemê 9ê Kanûnê ragihand ku di hilcivîna Yekîtîya Ewrupa ya roja Pêncşemê de, ewê di derbarê kes û kompanîyên Tirk ku jiber xebatên lêgerin û derxistina li Derya Sipî, sizayan ragihandin.
Reuters got ku wan pêşnivîseke daxuyanîya bo hilcivîna serokên Yekîtîya Ewrupa hatîye amade kirin bi dest xistîye.
Heke were lihevkirin, li gor pêşnivîsê, ewê YE ser bingeha lîsteya sizayan ku ji sala 2019ê û vir ve heye lîsteyên zêdetir amade bikin û heke pêwist be, dê jibo berfirehkirinê kar pê bihê kirin.
Di nav pîvanên xurt yên serokên YE de cezayên bi vî rengî jî hebin, ku di Cotmehê de soz dabûn ku bi armanca rawestandina xebatên Tirkîyê yên lêgerîna gazê yen li peravên Qibris û Yunanîstanê, hemî alavan bikar bînin.
Fransa piştgirîya sizayên pişesazî dike yên yên li dij aborîya Tirkîyê. Lê, ragihandina sizayên xurt yên ser hevalbendek NATO û welatek berendamê YE, ji hêla Almanya, Îspanya û Îtalya ve wek gavek giran tê dîtin û dê Tirkîyê têxe heman bloka Rûsya, ya ku dijminê YE ye.
Nakokîya di derbarê serwerîya çavkanîyên enerjîyê de beşek ji pirsgirêkên berfireh yên bi Tirkiyê re ye.
Amerîka û YE dibêjin ku Tirkiyê bi nêzîkbûna xwe ya girava Qibrisê ya dabeşkirî û herwiha bi sîyaseta xwe ya derve ya li Lîbya û Sûriyê, armancên Rojavayî têk dibe.
Lê, ji alîyê din diplomat dibêjin ku rola Tirkîyê ya di maldarîya koçberên Sûrî yên ku ji şerê navxweyî direvin û mafê penaberîya li YE digerin, daxwaza YE ya cezakirina Enqerê sînor dike.
Hevdem, di pêşnivîsa daxuyanîyê de tê xwestin ku toleyên giran yên li hemberî Tirkîyê peşve xistin û divê Komîsyona YE û dîplomatê payebilind yê YE Josep Borrell jibo hilcivîna meha Adara 2021'an ser şêwazên awayê rêvebirînê, amadekarîyan bikin.
Herwiha, di pêşnivîsa daxuyanîyê tê gotin ku YE dê li ser van mijaran bi Amerîka re hevsengîyê bike.
Reuters dibêje, danûstandinên li ser daxuyanîya du rûpelî hîn jî berdewam dikin û Yunanîstan û Qibris bawer dikin ku sizayên têne peşbînî kirin têra xwe ne xurt in. Dîplomatek Qibrisî got ku ew pêşwazîya lîsteyên pirtir dikin "Em dixwazin ku amadekariyên jibo pîvanên pişesazî di qonaxek paşîn de, di Sibat an Adarê de bibînin, heke helwesta Tirkîyê neguhere," dîplomat got.