Polîsê Tikriyê roja Yekşemê ragihand ku wan berpirsekî di asta bilind de yê DAIŞê desteser kirîye.
Polîs dide zanîn ku wan yek ji alîkarên Abo Bakir Al Bexdadî yê xelîfê Dewelta Îslamê DAIŞê yê ku hatî kuştin li Stenbulê desteser kirîye.
Welatiyê Afganî yê ku bi nasnavê Basim dihat naskirin, li herêma Ataşehîr li aliyê Asya yê Stenbulê hatiye girtin, ev yek li gor daxuyaniya polîsan ya roja Yekşemê hatiye ragihandin.
Li gor raportên nûçeyan, di operasyonek hevbeş ya Îstîxbarata Tirkiî de, kesê gomanbar yê hatî girtin tawanbare bi veşartina Al Bexdadî li parêzgeha Îdlib ya Sûriyê piştî ku rêxistina DAIŞê li sala 2019ê têkçûyî û Al Bexdadî jî di êrîşeke hêzên taybet yên Amerîkî de di meha Oktobera 2019ê de hatî kuştin.
Mediya Tirkiyê, wênê kesekî bi rih û serekî bê por û sakoyek tenik li xwe kirîye tevî hin wêneyên wî yên berê weşandîne û tê îdîa kirin ku ew wêne jî yên heman kesî ne ku wêneyê bi cilên leşkerî û xwedî porek dirêj û rihên tije û şîrekî kevan di dest daye.
Ajansa 'The Demiroren News' gotiye Basim, gomanbare ku rêveberiya perwerdeya DAIŞê kirîye li Îraq û Sûriyê, zêdebarî ku kesekî biryarder bo di rêxistina DAIŞê de.
Ajans dide zanîn ku ew bi navek û pasportek sexte hatiye Tirkiyê, berdewam Tirkiyê endamên DAIŞê desteser dike û îdîa dike ku wan plana encamdana êrîşan li Tirkiyê hebûye.