Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Dibêje Piştî Zelalbûna Encaman Ewê Serokê Nû yê Amerîkî Pîroz Bike


omer
omer

Berdevkê AK Partîya desthilatdarîya serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan, Omer Çelîk îro Duşemê dîyar kir ku Tirkîyê ewê serkeftîyê hilbijartina seroktîya Amerîka piştî ragihandina encamên fermî pîroz bike.

Ev daxuyanîya du roj piştî Joe Biden hemberî Serok Donald Trump serkeftin bi dest xwe xist, hat.

Berdevk Omer Çelîk, piştî civîneke AK Partî ya bi seroktîya Erdogan di preskonferanseke de di derbarê hilbijartina seroktîya Amerîka de peyivî.

“ Enqere dê gava ku encam were ragihandin serokê Amerîka pîroz bike û telefonê wî bike, jiber rêzgirtina Amerîka û gelê Amerîkî, " Çelîk got.

Navbera Enqere û hevalbendê wê NATO'yê Washingtonê de ji cûdahîyên di sîyaseta Sûrîyê bigire heya kirînaTirkîyê ya sîstemên parastina mûşekên Rusî û derbarê gelek mijarên din de nakokî hene.

Herwiha Enqere di dawîya hefteyê de ragihandibû ku ewê bi rêveberîya bê ya Amerîka re xebatên xwe bidomîne.

XS
SM
MD
LG