Hefteke berî referanduma serxwebûnê li Herêma Kurdistana Îraqê ku Tirkîyê daxwaza betalkirina wê dike, hêzên çekdarî yên wî welatî îro Duşemê li tixubê Îraqê hîndarîyên leşkerî pêk anîn.
Piranî tank, nêzî 100 maşîneyên leşkerî di hîndarîya nêzî derîyê sînor ya Xabur de cîh girtin û maşîneyên rokethilgir û howitzer jî beşdar bûn.
Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim got ku referanduma ku li ber e di 25’ê Îlonê de pêk were, bo ewlekarîya netewî ya Tirkîyê xeterî ye û ewê hemî pêngavên pêdivî bavêjin.
Tirkîye, Amerîka û welatên rojavayî bang li Herêma Kurdistanê kir ku referandumê betal bikin, bi sedema ku ew yek dê alozî li herêmê çêke û zararê bigehîne şerê dijî DAIŞ’ê.
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan do Yekşemê gotibû ku ewê li New Yorkê bi Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî re, hevdîtineke li ser referandumê bike.