Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Şerê Hêzên Tirk û Şervanên Kurd yên li Kobanê Gur Dibe


Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Sêşemê ragihand ku yekîneyên Tirk û şervanên Kurd yên bi piştgirîya Amerîka li Kobanê ya li bakurê Sûrîyê pev çûne.

Reutersê da zanîn ku girjîya di navbera her du alîyan de bilind dibe û di encama êrîşan de sîvîlek hatiye kuştin.

Li gor jêderên xwecihî yên Kobanê, yekîneyên Tirkan bi şev bi topan êrîş li dar xistine û êrîş îro bi ro gurtir bûne.

Jêderên xwecihî didin zanîn ku bi kêmî ve zarok di encama êrîşan de canê xwe ji dest daye û jimareke kesên din jî birîndar bûne.

Enqere, rêveberîya nîv-xweser ya li bakurê Sûrîyê ya li sînorê wê dijî ewlekarîya xwe wek gef dibîne.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dibêje ewê bo berevanîya xwe li Sûrîyê di 30 kîlometre kûrahî de herêmeke ewle çêkin.

Şervanên Kurd yên bi piştgirîya Amerîka, Kobanê di sala 2015’an de ji destê Dewleta Îslamî (DAIŞ) rizgar kiribûn û ji wê çaxê vir ve herêmeke aram e.

Lê di demên dawî de li dora Kobanê û li herêmên din yên sînor êrîşên bi dronan zêde bûne.

Meha borî bi kêmî ve sê fermendarên Kurd hatin kuştin û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ser êrîşê Enqere tawanbar kir.

Hêjayî bîrxistinê ye, Amerîka ser kuştina wan fermandarê HSD’ê sersaxî xwestibû û karbidestên Tirk ser wê sersaxîyê bertek nîşan dabûn.

XS
SM
MD
LG