Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Tirk li Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê Lêgerîn Kirin

Polîsên Tirk û Cîgirê Serdozgerê Komarî ya Stenbolê xebatên lêgerînê yên li Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê qedandin.

Şandeyeke Erebîstana Saudî û karbidestekî Wezîrê Derve yê Tirkîyê jî tevlî xebatên lêgerînê bû.

Piştî lêgerînên ku bi qasî 9 demjimêr dewam kir, berê polîs, dozger û karbidestên Tirkîyê derketin.

Piştî wan şandeya Saudî ji hindurê konsulxaneyê derket.

Rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî herî dawî di 2’ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin û jiber hindabûna Xaşiqcî îdiayên kuştina wî belav bûbûn.

Tirkîyê bo ronîkirina rewşa Xaşiqcî bi hikûmeta Rîyadê re li hev kiribû ku li konsulxaneyê xebatên lêgerînê bike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG