Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Tirk Tawanên Xwe yên li Alozîya Washingtonê Qebûl Dikin


Du girtîyên Tirk, ku di meha Gulanê de dema Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan serdana Washingtonê kiribû, êrîşî xwepêşandanerên Kurd ser sûcên xwe li xwe mikur hatin.

Sînan Narîn yê 45 salî, ku li Virginia dijî û Eyup Yildirim yê 50 salî ku li New Jerseyê dijî, li Dadgeha Bilind ya District of Columbia tawana ‘’bi giranî birîndarkirinê’’ qebûl kirin.

Li ber e ku Narîn û Yildirim salek û rojek cezaya hepsê bistînin.

Dijî 19 kes, ku piranîya wan parêzvanên Erdogan bûn, jiber êrîşkirina ser xwepêşandaneran doz hatibû vekirin. Temamê 19 kes, bi teşebûsa tawana tundûtûjîyê hatibûn sûcdar kirin û bo wan heta 15 sal heps hatibû xwestin.

Hinek ji wan bi êrîşkirina çekên kujer hatibûn tawanbar kirin.

Alozî, piştî civîna Serok Donald Trump û Erdogan ya li Qesra Sipî li pêş avahîya balyozxaneya Tirk pêk hatibû.

Dîmenên Dengê Amerîka nîşan dida ku hin parêzvan û alîgirên Erdogan bi awayekî fîzîkî êrîşî xwepêşandaneran dikin.

Di dîmenan de xuya dibû ku kesên cilên reş lê û yên din pehînan li jineke ketî dixin, yekî din jinekê ji qirikê digire û diavêje erde, û xwepêşandanerekî ku di destan de megafon heye jî ji rûyê çend caran derbeyan dixwe.

Karbidestên polîs, di parastina xwepêşandaneran de qels mabûn û hin bergumanan jî polîs derbas kiribûn û êrîşkirina xwe domandibûn.

Balyozxaneya Tirk ragihandibû ku parêzvanên Erdogan bi awayekî rêwa xwe parastine û xwepêşandaner jî alîgirên PKK’ê ne.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê di meha Îlonê de li girtîgehê serdana Sînan Narîn û Eyup Yildirim kiribû.

XS
SM
MD
LG