Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Tirk: Bo Kêşeya Vîza dê Komeke Hevpar ya Xebatê Were Ava Kirin


Hikûmeta Tirk ragihand ku bo çareserkirina kêşeya vîza ya di navbera Tirkîye û Amerîka de, dê ‘’komeke hevpar ya xebatê’’ were ava kirin.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê û Berdevkê Hikûmetê Bekîr Bozdag dîyar kir ku axaftina li ser telefonê ya Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoğlu û hevtayê wî yê Amerîkî Rex Tillerson ‘’pir avaker’’ bûye.

‘’Nûnerên her du dewleta dê kom bibin û li ser vê mijarê (kêşeya vîza) bixebitin. Li gor encamê ewê gav werin avêtin’’ Bozdag got.

Bozdag bi berdewamî dîyar kir ku bo karmendê balyozxaneya Amerîkî, ku hefteya borî hatibû girtin, hîn daxwaza hevdîtina bi parêzer re nehatiye kirin. Wî herwiha da zanîn ku malbata karmandê balyozxaneyê jî daxwaza hevdîtinê nekiriye.

XS
SM
MD
LG