Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Samî Dawûd: Tirkiyê bi Nerewayî Gefan li NATO Dike û Kêşeyên Wan Zêdetir Dibin


Di komcivîna NATO ya dawî de li London, Tirkiyê bi awayekî eşkere xwest ku NATO alîkar be di şerê wê de li dijî Hêzên Sûriya Demokrat û wekû terorist bide naskirin, ji aliyê din ve jî gefa xwe li welatên Ewrupî kir bi şandina penaberên Sûrî yên li Tirkiyê bicî bûne. Wekû ku diyar dibe ku kêşeyên Tirkiyê bi NATO re zêdetir bûne û pêwendî lawaz bûne.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi lêkolîner û nivîskar Samî Sawûd re kir di derbarî pêwendiyên Tirkiyê bi NATO re û bandora wê li ser rewşa Tirkiyê.

Nivîskar Samî dibêje: "Tirkiyê ne ji nuha de yasên NATO binpê dike lê belê ji pirsgirêka Qubris ve û ta roja îro ew li gorî berjewendiyên xwe xebatên xwe dike."

Wekî din jî anî ziman, ku dijbertiya Tirkiyê li dijî kurdan bi serneketiye û nerîn û helwesta Ewrupa ne wek ya Tirkiyê ye, û dibe ku helwesta Ferensa ya bi kurdan re ye bandorek mezin li helwesta NATO bike li dîjî daxwazên Tirkiyê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:34 0:00


XS
SM
MD
LG