Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye Dibêje 80 Bingeh Kirin Aramanc Û PKK Dibêje Ziyan Negihaye Wan


Wezareta beravinya Tirkiyê roja Çarşemê di daxweyaniyekê da ragihand ku firokên wan yên cengê ji cûrê F16 şevas borî zêdetir ji 80 bingeh û xalên şervanên Partiya Karkerên Kurdistan PKKê li bakurî Îraqê kirine Armanc.

Leşkerê Tirkiyê ev operasyona hewayî bi "Pencên Bazan"bi nav kirîye û dide zanîn ku jiber êrîşên berdewam yên şervanên PKKê bo ser bingehên wan yên leşkerî, wan ev êrîşa berfireh pêkanîye. Di êrîşan da, herêmên weke Berê Garê Û Dêrelok li Qeza Amêdiyê, herêma Şengal û dewrûberên wê, kampa Mexmûr û dewrûberên wê, herêma Dînarte, Zabê û çiyayê Qendîl kirine Armanc.

Derbarê êrîşên ku li Şengalê pêkahtine, Rojnamevan Mahir Şengalî axivî û got"wezareta Berevaniya Tirkiyê plan kirbû ku êrîşî ser wan cihan bikin ku PKK li wan derane û Şengal jî yek ji wan deveran e ku nêzîkî çend saln e li jêr kontrola PKKê daye, ciyên sereke yên hebûna bingehên PKK lê hene hatin bombe kirin."

Mahir Şengalî
Mahir Şengalî


Mahir Şendalî herwiha da zanîn ku ciyên hatine bombe kirin, serê çiyayê Şengalê ku bi "Çil Mêra" tê naskirin, Bara, Sikiniyê û kora Simoqî hatine bombebaran kirin.

Berpirsên Îdarî yên herêma Amêdiyê û qaymeqamê Amêdiyê Îsmail Mistefa derbarê êrîşên nû yên firokên Tirkiyê got "heta niha tiştek ferm bo me nehatiye û horgilî û encamên wan êrîşan em nizanîn."

Piştî êrîşên esmanî baskê leşkerî yê PKKê ku bi Hêzên Parastina Gel (HPG) tê naskirin li ser navê Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand ku mediya nêzkî tevgera PKKê naveroka daxuyaniyê weşandiye û tê da tê diyar kirin ku ziyan ne gihaye wan tenê çend sivîl li Şengalê birîndar bûne.

Omer Oreyî berpirsê liqa 18 ya PDKê
Omer Oreyî berpirsê liqa 18 ya PDKê


Dengê Amerîka xwe gihand berpirsê Liqa 18 ya Amêdiyê ya Partî Demokratî Kurdistan PDKê brêz Omer Oreyî, derbarê rewşa herêmê û ciyên hatine bome kirin Oreyî axivî û got "li herêma me ya qeza Amêdiyê şeva borî seat 11:00 li çend gundên devera berê Garê weke Yekmalê, Sarkê û Ridênê bombebaranek dijwar hebû."Oreyî herwiha got, ciyên ku hatine bombe kirin, sivîl li wan herêman nînin, lê dîsan jî gelek caran sivîl dibin Qurbana wan êrîşan.

Oreyî dîsan da zanîn ku dema Tirkye wan êrîşan encam didin, ti carekê pirsan bi wan nakin û li gel wan weke PDK nakevin di têkiliyan da.

Şîmal Mihemed Çalakvan
Şîmal Mihemed Çalakvan


Herwiha Şîmal Mihemed çalakvan ji herêma Amêdiyê got, di çend salên borî de gelek caran sivîl dibin guraban wan êrîşan, Şîmal dibêje, di demên borî da, heta niha 23 kesên sivîl di êrîşên bombebaran Tirkiyê da li herêma Amêdiyê hatine kuştin û 14 birîndar bûne herwiha zêdetir ji 250 gund li herêmê hatine vala kirin ji tirsa firokên cengê û bombebaran Tirkiyê.

Derbarê êrîşên berdewam yên Tirkiyê bo ser herêmên cûda li bakurê Îraqê û herêmên sinorî yên Tirkiyê li gel herêma Kurdistanê çavdêrê siyasî û kesê nêzîkî Tevgera Goran Ayhan Saîd bo Dengê Amerîka axivî û got".Plana Tirkiyê ne tenê ewe ku Başûrê Kurdistanê yan Kurdan yan partiyeka weke PKKê bi tenê bike aramnc, eve projekê wan yê mezine dixwaze dubare ber bi Împîratoriya Osmanlî ve herin û li gelek welatên din jî êrîşên weha encam didin û niha dixwazin pêgeha xwe li herêmê bi giştî di nav da bakurê Îraqê zêde bikin û bajarên weke Kerkuk û Mûsilê bêxin jêr desthilata xwe. "

Ayhan Saîd Çavdêrê Siyasî
Ayhan Saîd Çavdêrê Siyasî


Me dixwest kardan û reaksyona hikûmeta herêma Kurdistanê û aliyê Yekîneyên Parastina Şengalê YBŞê bizanîn, lê mixabin bersiva hewildanên me nedan.

Tirkiye çendîn sal in operasyonên leşkerî û êrîşên esmanî bi behaneya hebûna bingehên Gerîlayên PKKê li ser herêmên cûda yên bakurê Îraqî didomîne. Lê hercarê sivîl li herêmê dibin quraban, berpirsên hikûmeta Herêma Kurdisatana Îraqê jî didin zanîn ku ew naxwazin bibin beşek ji şerê di navbera dewleta Tirkiyê û şervanên PKKê da, ew daxwaz dikin ku herêmê û sivîlan nekin qurabanê wan nakokiyan.

Şirovekar ji didin zanîn ku Tirkiyê temakraî di erdê Îraqê da heye, bi behaneya hebûna bingehên PKKê leşkerê xwe li gelek xalan di nava axa Herêma Kurdistana Îraqê de û li ciyên weke deşta Mûsil belav kirîne.

Êrîşên nû yên Tirkiyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:12:08 0:00


XS
SM
MD
LG