Televîzyona NTV îro Înê ragihand ku li Enqere û Stenbolê pirtir ji 100 kes jiber alkola qaçax mirine.
Karbidestên Tirkîyê hişyarî didin ku firotina alkola sexte ya wek kompanîyên navdar têne nîşan dan zêde bûye.
NTV ragihand li Stenbolê ji 14’ê Rêbendanê vir ve 70 kes bi alkola qaçax mirine.
NTV ji zarê Walîyê Enqerê Vasip Şahin da zanîn ku li wî bajarî ji serê salê vir ve 33 kesan bi alkola qaçax canê xwe ji dest daye.
Li gor ragihandina NTV li Enqere û Stenbolê 230 kes jiber alkola qaçax ketine nexweşxaneyê û ji wan rewşa 40 kesî giran e.
Jiber bacên giran yên desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, ku li ser kokên Îslamî ye, bihayên vexwarinên alkolê di salên dawî de li ser hev zêde bûn.
Çêkerên vexwarinên alkolî jî bi bacên giran û sînordarkirinên din re rûbirû man.
Bihayên zêde kirin ku vexwur, dikan, restoran û bar berê xwe bidin alkola qaçax û ya li malê û bi wan re bijehrêketin jî zêde bû.
Hikûmetê serê sala 2025’an jibo berhemên alkol û titûnê careka din bac zêde kir.
Walîtîya Stenbolê meha borî ragihand ku jibo ew rê li ber belavkirin û firotina alkola qaçax bigire, li firoşgehên alkolê mecbûr kiriye ku ew kamerayan bi kar bînin.
NTV ji zarê karbidestan ragihand ku li Enqerê 13 û li Stenbolê jî 11 kes hatine girtin.
Li gor ragihandina karbidestan, wan li Enqerê dest danîne ser pirtir ji 102 ton metanol û etanol û li Stenbolê jî zêdetir ji 86,000 lître alkola qaçax bi dest xistine.
Jêder: Reuters