Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsên Amerîkî: Ambargoya Ser Tirkiyê di Rojeva Wahington De Ye


Serokomarî Tirkiyê R. T. Erdogan û Serokê Amerîka Donald Trump

Berpirsên Amerîkî bo ajansa Reuters dan zanîn ku, Rêveberîya Serok Donald Trump hêjî plan dike da ku sizayan li ser Trikiyê feriz bike û dawiyê li beşdariya Tirkiyê bîne ya projeya firokên cengê yên Amerîkî, dema sîstema berevanîya Rûsî S-400 bistîne, her çende Serokomarê Tirkiyê tekez kirûb ku tiştekî weha pêk nayê.

Serokmarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, dema di çarçova civînên Osaka ya G20 de li gel Trump civiyabû û ragihandbû ku ew bawer nake Amerîka ambargoyê li ser Tirkiyê deyne, jiber kirîna sîstema berevnaiya Rûsî S-400.

Di civîna Osaka de nêzîkbûna Trump bi Erdogan re xweya dikir û behsa sizayên ser Tirkiyê nehat kirin, her çende rojnamevan derbarê danîna sizayan li ser Tirkiyê pirsîbûn, lê Trump bêdengî parast û tiştek negot.

Lê berpirsên Amerîkî gotine Reuters, rêveberîya serokatiya Amerîka heta niha herî kêm li ser sizayan difikire û ambargoyê li ser Tirkiyê deyne, dîsan wê ji projeya giring ya firokên F-35 bêbehir bihêle, dema ku sîstema S-400 ya Rûsî bistîne.

XS
SM
MD
LG