Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Stenbulê Cezayê Heta Hetayê Zîndan Dide 3 Endamên DAIŞ'ê


Stenbul, Sultan Ahmed "Mizgefta Şîn"
Stenbul, Sultan Ahmed "Mizgefta Şîn"

Dadgeha Stenbul, 3 tawanbarên ku destê wan di êrîşa xwekujî ya Stenbulê de hebû dadghekirin û sizayê zîndankirina heta hetayê li wan hat birîn, êrîşa ku sala 2016an pêkhat bû û 12 geştiyarên Alman hatbûn kuştin û 16 kesên din birîndar bûbûn.

Roja Çarşemê dadgeha Stenbulê, Hasan al Mayyuf, Fevzî Muhammed Ali û Xelîl Derwîş bi tawana endabûn di rêxistina DAIŞ'ê de û beşdarîya di encamdana êrîşa xwekujî ya sala 2016an ya li Stebulê hatî encam dan. Bi cezayê zîndan kirina heta jiyana wan mabe hatin ceza kirin, hersê kes bi tawana ku, destûra bingehîn ya Tirkiyê binpêkirîye û bûne sedema mirina 12 geştiyarên Alman û birîndar kirina 16 kesan din, dîsan 329 salên girtinê bû her yekî ji wan hatiye biryar dan.

Dadgehê tawanbarê Çaran bi tawana ku, endamê rêxistinek çekdarîye bi 6 sal û 3 mehên girtinê ceza kir, lê jibo 18 kesên din biryara bêtawaniyê hat dan, û jibo 4 kesên tawankar yên ne hatine girti û revîne, tiştek nehat gotin, weke ajansa Anadolu ya dewletê dibêje.

Hikûmeta Tirkî dide zanîn ku, kesê êrîşa xwekujî pêkanî welatiyek Sûrî bi navê Nabil Fadlî bû, ew endamê DAIŞ bû, êrîş li dij geştiyarên Alman pêk anî bû, li nêzîk mizgefta Şîn ya ku bi mizgefta Sultan Ahmet tê naskirin.

XS
SM
MD
LG