Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sêyemîn Salvegera Hewildana Derbeya Leşkerî li Tirkiyê

Serokomarê Tirkiyê  Tayyip Erdogan
Serokomarê Tirkiyê Tayyip Erdogan

Îro Duşemê, Sêyemîn salvegera derbeya leşkerî ya 15 Tirmehê ye li Tirkiyê. Salveger bi merasîmên fermî û nivêj û dûayan bo qurbaniyên derbeya 15e Tirmehe ya neserketî hatin encam dan.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro roja Duşemê ji bo qurbaniyên derbeya neserketî li mizgefta ku li komelgeha serokatiyê nivêj kir û bîranîn bi çendîn çalakiyên cûda, têkbirina derbeyê li bîr anî.

Derbeya 15 Tirmehê hikûmeta Erdogan armanc girtbû, nêzî 251 kes hatbûn kuştin û 2,200 kes jî birîndar bûbûn, derbekaran dema derbe pêkanî, bi tankan û firokan êrîşî avahiyê parlamen û hin saziyên dewletê kir bûn.

Hikûmeta Erdogan, Fethullah Gulen, ku berê hevalbendê Erdogan bû, wek rêberê hewildana derbeyê ya roja 15î Tîrmeha sala sala 2016’an sucdar dibîne. Fetullah Gulen kesayetiyek oldar yê Tirke li Amerika dijî.

Di encama derbeyê de heta niha bi 10 hezaran kes hatine girtin û bi dehan generalên leşkerî, karmendên dewletê û serdozger û hakim hatine girtin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG