Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Sêşemê ragihand ku droneke Tirkîyê do Duşemê 11 şervanên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) kuştine.
SOHR’ê dîyar kir ku êrîşa dronî ya Tirkîyê li enîyeke nêzî Pira Qereqozaqê li dar ketiye ku ew pir Kobanî û Minbicê bi hev ve girêdide.
Li gor ragihandina SOHR’ê îro Sêşemê Hêzên Konseya Leşkerî ya Minbicê û komên çekdar yên bi piştgirîya Tirkîyê nêzî Pira Qereqozaqê bi giranî pev çûne.
SOHR radigihîne ku ji herêmê agahîyên kuştin û birîndarbûnê tên, lê ew agahî hîn nehatine piştrast kirin.
Raporên SOHR’ê raber dikin ku ji serê 2024’an vir ve heta niha dronên Tirkîyê 197 êrîşên esmanî birine ser herêmên cuda yên Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê.
Bi wan raporan xuya dibe ku di êrîşên Tirkîyê de 86 kes hatine kuştin.
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Abdî piştî ketina Şam ya paytexta Sûrîyê dîyar kiribû ku li Sûrîyê rewşeke nû ya sîyasî û leşkerî çêbûye.
Abdî gotibû ku Tirkîye jî di nav de ew dixwazin bi hemî alîyan re bi rêka dîyalogê kêşeyan çareser bikin.
HSD, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, li herêma Sûrîyê di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de hevbenda pêş ya Amerîka ye.
Piranîya bakur û rojhilata Sûrîyê di bin kontrola HSD’ê de ye.
Jêder: SOHR, VOA