Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu: Ez Dê Sefera Almanya Bikim Û Kesek Nikar Rêgir Be


Wezîrê derve yê Tirkiyê Mavlut Çavuşoglu roja Sêşemê ragihnad ku wî libere sefera Almanya bike û li gel revenda Tirk li Almanya civînan encam bide, herçende ciyê ku dê civîn lê çû bibe hatiye girtin.

Çavuşoglu jibo Hurriyetê daye zanîn û gotiye"Vaye ez diçim û kesek nikare li hember çûna min rêgir be". Çavuşoglu helwêstek weha nîşan da, piştî gotebêja şaredariya bajarê Hamburg ya Almanya got bû, ji sedema nebûna sîstema alarmê ya Agrî pêketinê ew nikarin ciyê hatî destnîşankirin jibo civîna girseyî bidin wan.

Çavuşoglu dîsan da zanîn dema ku ew here û ji Almanya helwêsek xerab bibînin, ewê Tirkiya bersivek gonacayî hebe.

Wek tê zanîn ku, niha aloziyek dîplomasî di navbera Almanya û Tirkiyê de heye, piştî ku berpirsên Tirkiyê dixwestin li Almanya di nava civaka Tirk de civînên girseyî encam bidin, jibo kampêna Referandûmê ku dê meha Nîsanê li Tirkiyê pêk bihê.

Serokomarê Tirkiyê Racap Tayyp Erdogan roja Yekşemê ev helwesta Almanya tund rexne kir bû û weke nijadperêsî û serederiyek serdema Naziyan binav kir bû.

Axiftinên Erdogan berpirsên Alman dilgiran kir bûn, herweha Media Alman cihekî berfireh dabû gotinên Erdogan.

XS
SM
MD
LG