Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girtin û Dadgehkirina Rojnamevan Û Siyasetvanan li Tirkiyê


Hello Washington Osamn Ozdemir û Ziver Ozcelik
Hello Washington Osamn Ozdemir û Ziver Ozcelik

Li gor raportên rêxistinên mafê mirovan û çavdêrên Yekêtiya Ewrûpa, fermanên girtin û dadgehkirina kesên çalakvan, rojnamevan û siyasetmedaran li Tirkiyê zêde bûye, herî dawî Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpa daxwaz ji Tirkiyê kir ku bê gîrokirin divê Tirkiye siyasetmedarê Kurd Salahattin Demirtaş azad bike.

Osman Ozçelik Hevserokê PEN a Kurd
Osman Ozçelik Hevserokê PEN a Kurd

Her îroja Înê dema ku bernama "Hello Washington" li ser rewşa girtin û dadgehkirina rojnamevan û nivîskar û siyasetmedan dihat pêşkeş kirin doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî, ku 5 ji wan girtî, 14 kes tê de hatin darizandin, doz li Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê hate dîtin.

Mêhvanên bernamê rewşa girtinan û darizandinan li Tirkiyê nirxandin, birêz Zîver Ozdemir, parlamenterê AKP'ê nûnerê Batmanê û birêz Osman Ozçelîk Parlamenterê berê yê HDP'ê û Hevserokê PEN'a kurd tevlî bernamê bûn.

Ziver Ozdemir PM AKP - Batman
Ziver Ozdemir PM AKP - Batman

Pêşî birêz Ozçelik da zanîn ku li gor raporên saziya Rojnamevanên Bêsînor, Tirkiyê li rêza pêş ya zîndanîkirina rojnamevan û nivîskaran de ye û dide zanîn ku azadiya ramanê li Tirkiyê nemaye, partiya desthilatdar ya bi serokatiya Erdogan zext û zoriyên mezin datîne pêşya azadiya ramanê û zêdetirî 174 rojnamevan di girtîgehê de ne û hin wan tên darizandin".

Birêz Zîver Ozdemîr got"ji sedema ku derbeya leşkerî li Tirkiyê hebû dewlet neçar ma bikeve rewşa xwe parastinê". herwiha Zîver da zanîn ku şaşî ji aliyê çi teref be ew napejirînin.

Hello Washington 07.12.2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:23:30 0:00

XS
SM
MD
LG