Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dilgiranîya Opozisyona Tirkiyê ji Hewildanên AKP Yên Guherîna Encamên Stenbolê


Ekrem Imamoglu
Ekrem Imamoglu

Di hefteya siyê de, ya ne zelabûna encamên hilbijartinên xwecihî yên 31 î Adarê, opozisyona Tirkiyê bi giştî û partiya CHPê bi taybetî rastî bêhêvîtîyê hatine ji encama hilbijatinên bajarê Stenbolê.

Berpirsên dewleta Tirk roja Duşemê daxwaza ducarkî ya hejmartina dengan kir li hin taxên rojhilatê Stenbolê.

Ev yek pêkhat piştî ku partiya desthilatdar AKPê ya bi serokatiya serokomar R. T. Erdogan tane li encamên bajarê Stenbolê dayîn û daxwaz ji Komisyona Bilind ya Hilbijartinan YSK'ê kirin ku car din deng bihên hejmartin, piştî ku wê di hilbijartinan de bajarên mezin jidest dayîn.

Daxwazên jinûve hejmartina dengan û tanedan li encamên destpêkê yên ne fermî dilgiranî û bêhêvîtî di nava rêzên partiyên opozisyonê de peyda kirine. Ev yek heta bû sedema derketina reaksiyonan ji aliyê alîgirên partiya Gel ya Komarî CHPê heta di lîstika fotbolê de ya di nava tîmên bajaran de derdikeve pêş.

Yek ji aligirên CHP di nava girseya gel de bang kir"Ez desturnamê didim..destûrnamê didim Îmamoglu niha destûrnama xwe bistîne" îşaret bo serketina berbijarê CHPê Ekrem Îmamoglu weke şaredarê Stenbolê li gor encamên destpêkê yên ne fermî.

Wek tê zanîn berbijarê CHPê Îmamoglu li gor encamên hilbijartinên destpêkê yên 31î Adarê bo şaredariya Stenbolê ew bi rêjeya 0.2 li pêş Alî Bin Yildirim berbijarê partiya desthilat AKPê bû.

Lê îro Duşemê berpirsên dayîreya hilbijartinan biryar hat dan ku li herêma Maltepe ya Stenbolê jinûve deng bihên hejmartin.

XS
SM
MD
LG